Ahmet Turk: Barzanî daxwaza berdana Demîrtaş kiriye..Bila Barzanî rola xwe bilîze

Enqere-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Hevserokê Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê berê Ahmet Turk civiyan.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Hevserokê Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê berê Ahmet Turk îro li Enqere hatin bal hev. Di hevdîtinê de jibilî Serok Barzanî û Turk, Bedevekê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hûsên û Hevserokê Şaredariya Agirî Sirri Sikak amade bûn.
Piştî civînê Ahmet Turk behsa hevdîtinê kir û ragihand ku rola Mesûd Barzanî ji bo siyaseta Kurdan gelek girîng e û wiha got, me daxwaz ji Barzanî kir rola xwe di destpêkirina pêvajoya aştiyê de bilîze.
Turk amaje kir ku divê beriya her tişt di navbera siyasetmedarên kurd de yekîtî hebe û bikaribin ramanên xwe bi hev re parve bikin û wiha domand: “Barzanî ji bo Kurdan aktorekî gelekî girîng e. Em dixwazin di vê heyamê de şer rawest e û siyasetekê li ser aştiyê were holê û deriyê diyalogê vebe û Barzanî rola xwe bilîze.”
Hevserokê Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê berê Ahmet Turk anî ziman ji bo pêvajoya aştiyê dîsa dest pê bike divê Hevserokên HDPê û parlamenterên bi ser HDPê ve û hevşeredarên hatine girtin serbest bêne berdan û wiha pê de çû: “Ez bawerim ku Barzanî jî fikr û ramanên xwe ji bo vê pêvajoyê û berdana hevalên me bi Serokomar re parve kirine. Jixwe di rojnameyan de jî ev tişt derket holê. Armnaca me ew e ku siyasetmedarên kurd bi hişmendiyeke hevpar li Rojhilata Navîn siyaseta bimeşînin.




