Civîna Serok Barzanî û Edogan bi dawî hat

Stenbol-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Stenbolê bi hev re civiyan.
Îro yekşemî 26ê Sibata 2017ê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di geşta xwe ya ber bi Tirkiyê ve saet 16:30 gihîşt Firokexaneya Ataturk a bajarê Stenbolê.
Serok Barzanî li Firokexaneya Ataturk a Stenbolê ji aliyê rayedarên Wezareta Derve ya Tirkiyê ve hat pêşwazîkirin.
Di pêşwaziya Serok Barzanî de, cudatir ji serdanên wî yên berê yên bo Tirkiyê, Ala Kurdistanê li kêleka Ala Tirkiyê û Ala Iraqê li ser avahiya Firokexaneya Ataturk a Stenbolê hat hildan.
Hevdîtina navbera Barzanî û Erdogan li Koşka Mabyen li pişt deriyên girtî û dûr ji çavên kamêrayan, derdora 1 saetê berdewam kir.
Di serdana vê carê ya Barzanî de, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên û Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî jî pê re ne.
Li gorî zanyariyên, serdana Serok Barzanî bo Tirkiyê dê bo 2 rojan berdewam be.
Biryar e piştî civîna bi Erdogan re, Barzanî biçe paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê û li wir jî bi Serokwezîrê wî welatî Binali Yildirim re hevdîtinekê pêk bîne.




