Mîrê Êzdiyan vegeriya Başûrê Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Piştî 3 sal mana li Almanya, îro Mîrê Kurdên Êzidî yên li hemû cîhanê, Mîr Tehsîn Beg ji Almanya ve vegeriya Başûrê Kurdistanê û ji aliyê Sîdad Barzanî Nûnerê Serok Barzanî ve hat pêşwazîkirin.
Îro yekşemî 26ê Sibata 2017ê, Mîrê Kurdên Êzidî yên hemû cîhanî, Mîr Tehsîn Beg bi rêya Firokexaneya Navdewletiya Hewlêrê vegeriya Herêma Kurdistanê.
Mîr Tehsîn Beg li Firokexaneya Hewlêrê ji aliyê Sîdad Barzanî Nûnerê Serok Barzanî û Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî û Endamê Polîtburoya YNKê Seidî Pîre ve bi germî hat pêşwazîkirin.
Vegera Mîr Tehsîn Beg di demekê de ye, ku roja çarşemiyê 22ê Sibata 2017ê, xanim Tirko Şêx Cindî Yekem hevjîna wî di temenê 75 saliyê de bi sedema nexweşiyê li navçeya Şêxanê koça dawîn kir.




