Parlameterekî PDKê: Ala Kurdistanê li Stenbolê gaveke nû ye ber bi serxwebûnê ve

Hewlêr-KDP.info- Parlamenterekî PDK ragehan ku, bilindkirina alaya Kurdistanê li firokexaneya Istenbolê qonexeke nû ji helwêstên Navdeweltî û Tirkiyê jî hest bi wê guhertinê kiriye, aşkere kirk u, vexwendineke fermî ji Îranê jî bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hatiye.
Endamê Parlamentoya Iraqê di firaksyona Partî de Tariq Sedîq derbarê serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê, herwiha danan alaya Kurdistanê li firokxaneya Istenbolê ji BasNewsê re wiha got:"Di serdanên berê de yên Serokê Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê alay Kurdistanê di dema hevdîtinan de dihate danîn, lê bi rastî bilindkirina alaya Kurdistanê li firoxaneya Istenbolê qonaxeke nû ye ji helwesta navdewletî û Tirkiyê hest bi wê gorankariya helwesta navdewletî kiriye, ku, çaverê dikin di demê pêşde aşkere bibe."
Sedîq da zanîn ku, guman dike, di vê serdanê de Serokê Herêma Kurdistanê li Tirkiyê behsa destpêkirina danûstandinên Kurdên bakur û hikumeta wî welatî bike, ji ber ku, serokê Hikumeta Tirkiyê bi xwe û bi fermî Serokê Herêmê vexwendibû Tirkiyê.
Herwiha aşkere kir ku, Îran jî bi heman şêweyê vexwendinek fermî bo Serokê Herêma Kurdistanê şandiye daku, serdana wî welatî bike, tê pîşbînî kirin ku, li ser asteke bilind wê pêşwazî lê were kirin, lê heta niha biryar nehatiye dayîn dema wê serdanê kengiye.
Di dawiya axiftina xwe de wî parlementerê partî amaje bi wê yekê kir ku, serdana Barzanî bo Tirkiyê wê pêwendiyên di navbera Hewlêr û Enqre de geştir bike.
Îro, piştî giheştina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo firokxaneya Ataturk ya Stenbolê û ji aliyê Şêwirmendê Wezarta Derve yê Tirkiyê û berpirsên wî welatî ve hate pêşwazîkirin, li firokxaneyê Istanbolê alaya Kurdistanê ligel ya Iraqê hatibû bilindkirin.




