26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Erdogan li Stenbolê di civînê de ne

Çavkanî: KDP.info

Stenbol-KDP.info- Civîna navbera Barzanî û Erdogan li Stenbolê dest pê kir.

Îro yekşemî berî kêlîkekê, civîna navbera Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li bajarê Stenbolê dest pê kir.

Îro danê nîvro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçoveya serdaneke fermî de gihîşt Firokexaneya Ataturk a Stenbolê û li wir bi hildana Ala Kurdistanê li ser avahiya firokexaneyê pêşwazî li Barzanî hat kirin.

Li gorî zanyariyan, serdana Serok Barzanî bo Tirkiyê dê bo 2 rojan berdewam be.

Biryar e piştî civîna bi Erdogan re, Barzanî biçe paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê û li wir jî bi Serokwezîrê wî welatî Binali Yildirim re hevdîtinekê pêk bîne.

Nûçeyên têkildar