25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî gihîşt Stenbolê û dê ligel Erdogan bicive

Çavkanî: KDP.info

Stenbol-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî beriya kêlîkekê gihîşt Stenbolê û li Balafirgeha Atatork a Navdewletî ji aliyê berpirsên Tirkiyê ve hat pêşwazîkirin.

Serokê Herêma Kurdistana Mesûd Barzanî, dê îro Yekşemê 26ê Sibatê li Stenbolê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re bê ba hev.

Berdevkê Fermî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji Stenbolê ragihand ku Serok Barzanî, îro Yekşemê dê saet 17.00ê li Stenbol bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtinekê pêk bîne.

Li gorî Sefîn Dizeyî, Serok Barzanî û Recep Tayyip Erdogan dê li ser çend mijarên girîng mîna guhertinên navçeyê, biaxivin.

Li gorî medyayên Tirkiyê jî, serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê pir girîng e û dibêjin îro dê mêvanekî mezin û girîng bî Stenbolê.

 

Nûçeyên têkildar