Serok Barzanî gihîşt Stenbolê û dê ligel Erdogan bicive

Stenbol-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî beriya kêlîkekê gihîşt Stenbolê û li Balafirgeha Atatork a Navdewletî ji aliyê berpirsên Tirkiyê ve hat pêşwazîkirin.
Serokê Herêma Kurdistana Mesûd Barzanî, dê îro Yekşemê 26ê Sibatê li Stenbolê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re bê ba hev.
Serok Barzanî, îro Yekşemê dê saet 17.00ê li Stenbol bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtinekê pêk bîne.
Serok Barzanî û Recep Tayyip Erdogan dê li ser çend mijarên girîng biaxivin.




