26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî ji malbata Şîfa Gerdî re sersaxî xwest

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji malbat û kesûkarên rojnamevana Şehîd Şîfa Gerdî peyama sersaxî xwest.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê ji bo malbat û kesûkarên rojnamevana Şehîd Şîfa Gerdî peyama sersaxiyê da.
Peyama Serok Barzanî bi vî awayî ye:
“Bi xemeke mezin ve nûçeya şehîdbûna rojnamevan Şîfa Gerdî gihîşt min ku roja şemî 25.02.2017 li dema encamdana erkê rojnamevaniyê li bajarê Musilê şehîd bû. Şehîdbûna Şîfa dûpatkirina rol û pêgeh û qurbanîdana jin û xortên serbilindên welatê me li karwana xebat û xweragirî û rewşengeriya gelê Kurdistanê.
Bi vê xemgîniyê pirse û serxweşiya xwe pêşkêşî we û hevkarên wê yên li tora medyayî ya Rûdaw û hemû rojnamevanên Kurdistanê dikim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê pakê şehîd Şîfa bi bihûşta fireh şad bike û sebir û aramiyê jî bibexşê hemû aliyek.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda).”

Îro (25.02.2016) di şerê Mûsilê de, ji ber teqîna bombeyeke vedayî rojnamevana Rûdawê Şîfa Gerdî şehîd bû û wênegirê Rûdawê Yûnis Mistefa jî birîndar bûye.

Nûçeyên têkildar