26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mehma Xelîl: Konferanseke din bo avedankirina Şingalê tê lidarxistin

Çavkanî: KDP.info

 

Şingal-KDP.info- Qayimeqamê Şingalê Mehma Xelîl dibêje, biryar e di destpêka meha bê de konferanseke din derbarê derbarê avedankirina Şingalê bê lidarxistin, ku li wir amadekarî bo konferanseke navdewletî tê kirin, lê pêwîst e beriya avedankirina Şingalê, hêzên nerewa ji navçeyê bên derxistin.

Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Pilan tê danîn bo avedankirina Şingalê û birayr e di destpêka meha bê de, di rojên 3 û 4ê meha bê de, konferanseke din bo avedankirina Şingalê bê lidarxistin, ku Hikûmeta Kurdistanê û bi hevahengî ligel îdareya Şingalê ev konferans amade kiriye.”

Xelîl wiha got: “Çendîn welatê cîhanê hatine ser xetê, da ku alîkariya avedankirina Şingalê bikin, lê pêwîst e pêngavên cidî jê re bên avêtin. Herwiha pêwîst e di serî de hêzên nerewa mîna PKK û YPŞ bên derxistin ji ber ku ew hêz dibin rêgir li pêşiya avedankirina Şingalê.”

Xelîl wiha domand: “Em daxwaz ji Hikûmetên Kurdistanê û Iraqê û ji Neteweyên Yekbûyî dikin ku Şingal li piştî jenosîdê, cihekî aram be û ne cihê hêzên nerewa bin û pêwîst e yasa vegere navçeyê.”

Nûçeyên têkildar