26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Asayişa Hewlêrê: Kesên melayê Hewlêrê kuştibûn, hatin girtin

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Rêvebriya Asayişa Hewlêrê ragihand, 5 kesên ku destê wan di kuştina melayekî kurd de hebûe, hatine girtin.

Şeva 31ê Çileya 2017ê, saet derdora 22:30, mamostayê olî yê musilman, Mehmûd Osman ê 54 salî ku xwediyê ofîseke guhertina pereyan di bazara Hewlêrê de bû, li ber deriyê mala xwe li Taxa Minare ya bajarê Hewlêrê hatibû kuştin.
Mele Mehmûd Osman li Mizgevta Silêman Mihemed pêşnivêj û gotarbêj bû.
Mehmûd Osman xêzandar bû û 3 zarokên wî hebûn, herwiha xwandekarê masterê di zanistên Şerîeta Îslamî de bû.
Rêveberiya Asayişa Hewlêrê îro pênşemî di daxuyaniyekê de ragihand, ku 5 kesên tohmetbar bi kuştina mamostayê olî yên kurd li bajarê Hewlêrê, mamoste Mehmûd Osman ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin.
Di daxuyaniyê de tê gotin, piştî çendîn roj lêkolînê û çavdêriya tîmên Rêveberiya Asayişa Hewlêrê, hêzên ewlehiyê karîn 5 kesên tohmetbar bi dizî û kuştinê desteser bikin, ku di çendîn tawanên rêxistî yên li nav bajarê Hewlêrê de dest hebûne.
Asayişa Hewlêrê dibêje: “Koma desteserkirî ji tawanbarên bi anvê Mihemed Sabir Ebdullah, Tariq ezîz Mehmûd, Serkewt Kerîm Hemed, Şukur Ismaîl û Kawe Mihemed Xizir pêk hatiye”.
Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin, “li gorî danpêdanên (îtîrafên) kesên desteserkirî, tawana herî dawîn a wê komê, kuştina welatiyên bi navê Mehmûd Osman Mihemed Emîn naskirî bi Mele Mehmûd bûye, ku şeva 31-01-2017ê li Taxa Minare li ber deriyê mala xwe kuştine û nêzîkî 80 hezar dolarên wî dizîne. Mele Mehmûd pêştir gotarbêj bûye û li bajarê Hewlêrê xwediyê nivîsîngeha guhertina pereyan bûye”.
Kesên girtî herwiha îtîraf bi wê jî kirine, ku di çend tawanên din ên dizî û avêtina ser malan û welatiyên sivîl de dest hebûne.
Rêveberiya Asayişa Hewlêrê tekez kiriye: “Lêkolîn û rêkarên yasayî berdewam e û em dê di paşerojeke nêzîk de hûrgiliyên zêdetir di vê bareyê de ji raya giştî re rabigihînin. Em bi pêwîst jî dizanin ku spasiya hevwelatiyên bajarê Hewlêrê bikin, ji ber alîkariya berdewam a wan ji bo Rêveberiya Asayişê û dana zanyariyên li ser kesên gumanbar û tawanbar”.
 

Nûçeyên têkildar