26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî geşbîn e: Paşeroja Kurdistanê hat gotûbêjkirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê paşeroja Kurdistanê geşbîniya xwe di peyamekê de ragehand.

Piştî beşdariya wî di Konfransa Asayîşa Cîhanî ya Munchenê û hevdîtina ligel Serokê Fransayê François Holland, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser rûpela xwe Facebookê peyamek belav kir, tê de wiha anî ziman:"Amadehiya bihêz a Herêma

Kurdistanê di Kongreya Asayîşa Cîhanî li Munchenê û danûstandinên ligel kesayetî û şandên welatên bibandor li cîhanê derbarê rewşa navçeyê û paşeroja Herêma Kurdistanê, cihê geşbîniyê ye."

Herwiha Serok Barzanî di peyama xwe de jî wiha got:"Ev pêgeha giran a Herêma Kurdistanê di hevkêşeyên germ ên siyasiyên cîhanê de berhema îradeya azadîxwazaî û qurbanîdana keç û xortên wê ye. "

Nûçeyên têkildar