Semîr Babeşêx: Bi çûna Îranê ez şaş bûn..Em xiyanetê li Kurdistanê nakin

Hewlêr-KDP.info- Semîr Babeşêx ku kurê mezin ê Babeşêx e, ji ber serdana Îranê daxwaza lêborînê dike û dibêje “min lez kir bi çûna Îranê û şaş bûm. Hevdem tekez li ser kurdbûna Êzdiyan dike.
Semîr Babeşêx di daxuyaniyekê de ku ji malpera KDP.info re hatiye şandin, dibêje: “Beriya her tiştî ez daxwaza lêborînê ji hemû dost û hevalan dikim, ji ber ku gelek pirsyar derbarê çûna me ji Bexdayê bi Tehranê derketine holê.”
Kurê mezin ê Babeşêx wiha domand: Da ku ti guman û dudiliyek li ser helwêsta ,e dirust nebe, ez dibêjim, ji bo karekî taybet ez çûbûn Bexdayê ku ji bo serdana Balyozxaneya Almanya bû, li wir min girûpeke kurdên Êzdî dîtin, ku dixwestin biçin Îranê û ji ber ku ez kurê mezin ê Babeşêx in, gelekî daxwaz ji min kirin ku ez ligel wan biçim. Ji ber ku ez zêdetir girîngiyê bi warê civakî û jiyana Êzdiyam didim, wê girûpê ji min re got ku ti ji bo alîkariyên mirovî were û ji berpirsên Hikûmeta Îranê re behsa êş û nexweşiyên Êzdiyan bike.”
Semîr Babeşêx wiha dibêje: “Ez îtîraf dikim ku bi çûna xwe min lez kir û ji ber 2 sedeman ez şaş bûn, ya yekemîn: Ew şand nepilebilind bû û ew kes tenê nûneratiya xwe dikin. Ya duyemîn jî: Min mohleta çûna Îranê ne ji Hikûmeta Kurdistanê û ne jî ji Encumena Ruhanî û ne jî ji Babeşêx wernegirtibû. Bila her kes bizane ku em xiyanetê li Kurdistanê nakin. Dibe ku hinek kesên di nava wê şandê de nav û amedûbûna min ji bo berjewendiyên xwe yên taybet bikar anîbe, da ku ziyanê bighîne Kurdistanê, lê em wê yekê qebûl nakin û em razî nabin ti ziyanek bighê pêwendiya me bi Serokê Herêma Kurdistanê re. Herwiha em qebûl nakin asayişa Herêma Kurdistanê bikeve metirsiyê de.”
Kurê mezin ê Babeşêx ragihand: “Malbata me serbilind e bi pêşengiya xwe ji kurdayetî û parastina kilturê Kurdistanê. Para me di xebat û berxwedan û zindanîkirin û koçkirinê de li ser destê rêjîma Iraqê, zêde bû. Me gelek qurbanî û şehêdên qehreman dane. Me rojekê kurdbûna xwe kêm nedîtiye û bapîrê me Babeşêx Hacî Îsmaîl hevalê nêzîk ê Barzaniyê nemir bû. Bila her kes pişrast bin ku emê berdewam bin li ser xizmetkirina Êzdiyan û Kurdistanê.”
Roja 24-1-2017ê şandek ji Kurdên Êzdî serdana Îranê kir û ligel Şêwirmendê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê civiya, ku tê de bo avakirina parêzgehekê ji bo Kurdên Êzdî li Şingalê kirin.
Ew şand ji nûnerê Êzdiyan di nava Heşda Şeibî û Alîkarê Wezîrê Derve yê Iraqê û hejmareke kesayetiyên Êzdî pêk hatibû.




