26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Heyder Şeşo: Hêza me dê bikeve ser Wezareta Pêşmerge..Em Kurdistanî ne

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêza Parastina Êzdîxanê Heyder Şeşo dibêje, Serok Barzanî biryar daye ku hêza wan bixe ser Wezareta Pêşmerge û dê nêzîk ew biryar cîbicî bibe.

Heyder Şeşo ji malpera KDP.info re ragihand: “Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî biryar daye ku hêza me bikeve ser Wezareta Pêşmerge de, lê hêj ew biryar cîbicî nebûye û em li hêviya vegera Serok Barzanî ji Almanya ne, da ku çarenivîsa hêza me yekalî bibe.”
Şeşo wiha got: “Pêwîst e ew navçeyên ku niba li nêzkî Şingalê di bin destê DAIŞê de mane, bên rizgarkirin û êdî xelk vegerin ser navçeyên xwe. Ji bo vegera xelkê jî em daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku Şingalê avedan bike.”
Heyder Şeşo wiha domand: “Wezareta Pêşmerge wezareta tevahiya gelê Kurd e û wezareta me ye jî, ji ber ku em Êzdî Kurdistanî ne û ti demekê em nikarin xwe ji Kurdistanê dûr bixin.”
Hêza Parastina Êzdîxanê ku Heyder Şeşo fermandarê wê ye, hejmara wê zêdetirî 7 hezar kes e û zêdetirê 4 hezar kes ji wan perwerdeya leşkerî dîtine.
Şeşo red kir ku hêza wan ser bi PKK yan Heşda Şeibî be û got: “Rast e Heşda Şeibî alîkariya darayê dida me, lê piştî 2015ê me pêwendiya xwe pê re qut kir.”

Nûçeyên têkildar