26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Yekîtiya Parlamenteran: Beşdariya Kurdistanê di kongreyên cîhanî de, serxwebûnê nêzîk dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê Nîmet Ebdulah dibêje, beşdariya Herêma Kurdistanê di kongreyên navdewletî de, pir girîng e, ji ber ku pêgeha Kurdistanê li ser asta navdewletî bihêztir dike û dibe pêngavek jî ber bi serxwebûna Kurdistanê.

Nîmet Ebdulah ji malpera KDP.info re ragihand: “Beşdariya şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di kongireyên navdewletî de û bi taybetî jî di Konferansa Munichê de, xwedî bandoreke pir baş e, ji bo ku pêgeha Kurdistanê li ser asta navdewletî bihêztir bibe û ew beşdarî jî pêngavek e ber bi serxwebûnê ve.”
Nîmet Ebdulah wiha got: “Beşdariya şanda Kurdistanê di wan kongreyên navdewletî de pir girîng e, ji ber ku hevdîtinan ligel serok û nûnerên welatan lidar dixin û gotûbêjan derbarê mafê gelê Kurd dikin û nêrîna wan welatan nas dikin.”
Serokê Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê wiha domand: “Yek ji pêngavên girîng ên serxwebûna Kurdistanê beşdariya şandên Kurdistanê di kongreyên navdewletî de li tenişta şandên welatan, ji ber ku li wir pêwendiyên navdewletî tên girêdan û ew pêwendî dibin sedemek ji bo piştgiriya cîhanê ji serxwebûna me re.”
 

Nûçeyên têkildar