Encumena Pîran: Emê li pişta Herêma Kurdistanê bin

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtina xwe de ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de, şanda Encumena Pîran a Amerîka ragihand ku ewê li pişta Herêma Kurdistanê bin û dê welatê wan berdewam be li ser alîkariya Herêma Kurdistanê.
Îro danê nîvro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Encumena Pîran a Amerîka Robêrt Korker û şanda pê re kir.
Di wê hevdîtinê de, şanda mêvan kêfxweşiya xwe bi qehremaniya xelk û hikûmet û Pêşmergeyên Kurdistanê di parastiya navçeyê ji gef û metirsiya navçeyê de û hewandina hejmareke mezin ji koçberan, nîşan da û ragihand ku ewê her li pişta Herêma Kurdistanê bin û welatê wan dê berdewam be li ser alîkariya Herêma Kurdistanê.
Korker hevahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de di operasyona rizgarkirina Mûsilê de bilind nirxand û got ku pêwîst e ew hevahengî di hemû wan de çêbibe.




