26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Malbatên windayan: Bila goreke zarokên me jî hebe

Çavkanî: KDP.info

Malbatên Wendayan cara 201’emîn gotin bila kujerên zarokên wan bên dadgehkirin û xwestin goreke zarokên wan jî hebe. Di vê çalakiyê de çîroka Ahmet Akbaşê Xozatî hate guhdarkirin.

 

Li Turkiyeyê di salên 1990’î de 17 hezar Kurd bi awayeke kiryar nediyar hatin kuştin û wendakirin. Gorên bi hezaran Kurdan hêj nediyar e û kes nizane ew li ku û bi çi awayî hatine kuştin. Malbatên Wendayan di bin pêşengiya Komeleya Mafên Mirovan de, cara 201’emîn e li ber Parka Koşuyoluyê dicivin û aqûbeta zarokên xwe dipirsin.

 

 

Di vê çalakiyê de çîroka Ahmet Akbaşê ji Xozata Dêrsimê ku di 1995’an de hatibû wendakirin hate vegotin. Malbatên wendayan wêneyên zarokên xwe li ber xwe danîn û xwestin kujer bêne darizandin. 

 

Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan jî îcar ji Enqereyê hate Amedê û tevli vê çalakiyê bû. Turkdogan, got êdî malbat dixwazin goreke zarokên wan hebe û ew bikaribin biçin li ser duayek bixwînin. Turkdogan, xwest kujerên van kesan bên dadgehkirin û cezakirin

Nûçeyên têkildar