Dîndar Doskî: Ti hêvî û baweriya gelê Kurd bi Iraqê nemaye

Dihok-KDP.info- Siysetmedarê Kurd Dîndar Doskî dibêje, hemû nakokî û arîşeyên ku di navbera Hewlêr û Bexda de hene, vedigerin bo serdema Nûrî Malikî. Herwiha amaje bi wê yekê dike ku ti hêvî û baweriya gelê Kurd bi Bexdayê nemaye.
Dîndar Doskî ji malpera KDP.info re ragihand: “Pirojeya ku Şîeyan anî Hewlêrê û daxwaz ji Kurdan kirin ku tevlî wê bibin, ew piroje tenê bo kuştina demê ye û ti sûd û qezenca wê ji Kurdistanê re tune ye. Ew dixwazin ji civaka navdewletî re bêjin ku me pirojeyek ji bo lihevhatina niştimanî li Iraqê pêşkêş kiriye. Lê ya rastî ew e ku ew piroje tenê di berjewendiya wan de ye û nakokî û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de çareser nakin.”
Doskî wiha got: “Serxwebûn û dewleta Kurdî xwena her Kurdekî ye, lê beriya ragihandina serxwebûnê divê hêzên Kurdistanî pirsgirêkên xwe çareser bikin, da ku nakokiyên navxwe nebin rêgir ji gihîştin bi armancên me. Divê şandeke yekgirtî bê pêkanîn û ew şand biçe Bexdayê, ku ev yek pêngavekî pir baş e û dê xwedî encamekî baş be. Êdî ti hêvî û baweriya gelê Kurd bi Bexdayê nemaye ku nakokiyên xwe ligel Kurdistanê çareser bikin.”
Wî siyasetmedarê Kurd wiha doamnd: “Hemû ew nakokiyên ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene vedigerin serdema deselata Nûrî Malikî li Iraqê. Malikî Iraq di nava kirîzên siyasî û ewlehî de hiştibû. Pereyên Kurdistanê qut kiribû. Helwêstên wî li hemberî Kurdistanê pir xerab bûn. Ti pêngaveke baş ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de navêt û sedema hatina DAIŞê bû.”




