Turkman: Îdareya nû ya Amerîka zêdetir xwe nêzîkî Kurdistanê dike

Hewlêr-KDP.info- Serokê Tevgera Turkmanî Kerxî Altî Birmax behsa giringiya hevdîtinên şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serok Barzanî di Konferansa Asayişê ya Cîhanî li Munchê dike û dibêje, îdareya nû ya Amerîka zêdetir xwe nêzîkî Herêma Kurdistanê dike û berpirsên wê îdareyê dikevin dorê de bo hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê.
Kerxî Altî Birmax ji malpera KDP.info re ragihand: “Konferansa Munichê, konferanseke navdewletî pir girîng e. Cihgirtina şanda Kurdistanê di wê konferansê de, derfeteke pir girîng e ji bo gelê Kurdistanê ku wek gelên din ên cîhanê bergiriyê xwe bikin, herwiha bi wê beşdariyê Kurdistan li ser nexşeya siyasî û aborî dibe hejmareke pir bihêz. Cudahiya vê beşdariyê di wê yekê de ye ku niha Rojhilata Navîn li ber guhertineke mezin e, herwiha DAIŞ ber bi nemanê ve diçe, lewma jî qonaxa piştî DAIŞê û pêgeha Kurdistanê li ser nexşeya Rojhilata Navîn pir girîng e. Herwiha em dikarin ji cîhanê re bêjin ku eger Kurdistan bibe dewlet, dê dewleteke aram be li navçeyê û ew dewlet nabe gef li ser ti aliyekî.”
Birmax wiha got: “Barzanî û şanda Kurdistanê bi eşkere ew yek ji cîhanê re gotine ku Kurdistan nabe metirsî li ser ti aliyekî û eger Kurdistan serxwebûna xwe rabghîne dê bikaribe baştirîn pêwendiyên aborî û siyasî û dîplomatîk ligel welatan girê bide. Piştî guhertina îdareya Amerîka, niha ew welat zêdetir xwe nêzîkî Herêma Kurdistanê dike û li Munochê berpirsên wî welatî ketibûn dorê de bo hevdîtina ligel Serok Barzanî.”
Serokê Tevgera Demokrat a Turkmanî wiha domand: “Hin aliyên nêrîna wan li ser Kurdistanê xerab bû, niha dixwazin Kurdistanê vegerînin hembêza Bexdayê, da ku Bexda vê qonaxê derbas bike, lê ti hêvî bi Bexdayê tune ye ku xwe bugerîn û li mafê xelkê Kurdistanê mikur were.




