McGurk: Me û Serok Barzanî behsa çend pirsên girîng kirin

Munich-KDP.info- Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk piştî civîna ligel Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, wan civîneke baş ligel Serok Barzanî lidar xistin û behsa çend pirsên girîng kirin.
McGurk amaje bi qonaxa niha ya operasyona rizgarkirina Mûsilê kir û li gor wî ku şerekî gelekî dijwar e û dem pê pêwîst e.
Herwiha McGurk got: “Bê hevahengiya Pêşmerge û artêşa Iraqê ev kar birêve naçe. Me guftûgoyên bi hûrî derbarê wî şerê de kirin, da ku dilniya bin jinavbirina DAIŞê.”
Di bersiva pirsekê derbarê hevkariya Amerîka ji Kurd re di şerê li dijî terorê de, mcGurk got: “Di çendîn warên cuda de hevkariya Herêma Kurdistanê dikin. Stratîjiya me gelekî zelal e, di warê serbazî û aborî de hevkariya Herêma Kurdistanê dikin. ligel Serok Barzanî û Serokwezîrê Iraqê ev hevkarî gotûbêj kir, divê dilniya bin ku DAIŞ jinav diçe.”




