Almanya: Em dixwazin di siberojê de rola Pêşmerge mezintir be..Civîna me û Barzanî girîng bû

Munch-KDP.info- Wezîra Berevaniya Almanyayê Ursula von der Leyen ragihand, ku civîna wan a ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pir giring bûye û di civînê de behsa rola pêşmerge ya li dijî DAIŞê kirine. Leyen herwiha got; “Ji bo Almanyayê destkefteke mezin e ku hevbeşekî mîna kurdan li Iraqê peyda kirine.”
Wezîra Berevaniya Almanyayê Ursula von der Leyen di daxuyaniyekê rojnamevanî de ragihand, di çend salên derbasbûyî de kurdan selmandine ka çiqas cihê baweriyê ne û kurdan çi soz dabin bicîh anîne.
Leyen diyar kir; “Lewma em dixwazin di paşerojê de zêdetir rol bidin pêşmerge.”
Serok Barzanî, ku bi şandekî siyasî û leşkerî beşdarê 53emîn Konferansa Ewlekariya Cîhanî ya Munichê dibe, roja 18ê Sibatê ligel Wezîra Berevaniya Almanyayê Ursula von der Leyen hevdîtinek pêk anî.
53emîn Konfransa Ewlekariya Muncihê duh roja 17ê Sibatê dest pê kir û dê heta 19ê Sibatê berdewam be. Di konferansê de 30 serok û serokwezîrên welatên cîhanê, 80 wezîr û zêdetirî 500 berpirsên bilind ên welatan amade bûn.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî bi vexwandinameyekî fermî ji bo vê konfransa giring a ewlekariyê hatiye vexwandin.




