Encumena Neynewa: Qutkirina alîkariyan li ser PKKê nebes e, divê ji Şingalê derkevin

Şingal-KDP.info- Li gorî ajansan, ev 3 meh in ku Bexda alîkariya hêzên PKKê li Şingalê nekiriye. Serokê Koma Birayetî û Pêkvejiyanê di Encumena Parêzgeha Neynewa de jî dibêje, qutkirina alîkariyan li ser PKKê nebes e, divê ji Şingalê derkevin.
Seydo Çeto ji malpera KDP.info re ragihand: “Qutkirina alîkariyan li ser PKKê nebes e, ji ber ku ji derna din ji wan re pere tên, lewma jî divê bi yekcarî ji Şingalê derkevin.”
Çeto wiha got: “Gelek ciwanên Şingalê yên ku tevlî PKK û Heşda Şeibî bûne, ji ber debara jiyana xwe tevlî wan hêzan bûne û divê çareseriyek ji wan re bê dîtin.”
Seydo Çeto wiha domand: “Hêzek ji Heşda Şeibî bi navê Xal Elî pêk hatiye û niha ew hêz li sînorê Şingalê ye, piraniya endamên wê ji xelkê Şingalê ne. Beriya 2 rojan ciwanekî di nava wê hêzê de jiyana xwe ji dest da, ku temenê wî 20 sal bû û malbata wî li dijî tevlîbûna wî bûn di nava wê hêzê de û haya wan jê tine bû ku kurê wan tevlî wê hêzê bibû.”




