Serok Barzanî û Cîgirê Trump civiyan

Munich-KDP.info- Di çarçoveya beşdariya xwe di Konferansa Asayişê ya Cîhanî li bajarê Munichê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Cîgirê Serokê Amerîka Mayk Pêns civiyan.
Serok Barzanî û Cîgirê Trump di wê hevdîtinê de, rewşa navçeyê bi giştî û operasyona Mûsilê bi taybetî gotûbêj kirin.
Herwiha herdu aliyan tekez li ser berfirehkirina pêwendiyên di navbera xwe de kirin.
Cîgirê Serokê Amerîka Mayk Pêns tekez kir li ser piştevaniya welatê xwe û îdareya nû ya Amerîka bo Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge.
Ev hevdîtina duyem e ya Serok Barzanî ligel berpirsên pilebilind ên îdareya Amerîka di çarçoveya Konferansa Munichê de, ku duhî Serok Barzanî ligel Wezîrê Bergiriyê yê Amerîka Ceyms Matyas jî civiyabû.




