26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Îbrahîm Biro: PYD beşek e ji rêjîma Sûriyê lewma di Cenêfê de cih nagre

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê ENKSê Îbrahîm Biro dibêje, di siberoja Sûriyê de dê roleke wan a siyasî û leşkerî mezin hebe. Herwiha dibêje, PYD wek beşek ji rêjîma Sûriyê tê hesabkirin lewma jî heta niha di kongireyên navdewletî de cih negirtiye.

Îbrahîm Biro ji malpera KDP.info re ragihand: “Rojekê jî girtina serkirde û endamên me ji aliyê PYDê ve ranewestiya ye. Li Cezîrê hejmara girtiyan kêm bûye, lê herêma Efrînê zêde bûye. PYD bi van kiryaran dixwaze ti hêviyek bi karê hevbeş nemîne. Ew birayê xwe qebûl nakin. Dixwazin hertişt di destê wan de be, lê em vê yekê qebûl nakin. Ne tenê vê yekê ji wan qebûl nakin, lê belê xelkê Rojavayê Kurdistanê jî wê yekê ji wan qebûl nakin.

Biro wiha got: “Opozistona Sûriyê PYD wek beşek ji rêjîma Sûriyê dibîne û ji ber vê yekê jî opozisyon razî nabe ku PYD di kongireyên navdewletî de cih bigire.”

Serokê ENKSê derbarê nivîsandina navê xortên Rojavayê Kurdistanê û tevlîbûna wan di nava Hêzên Pêşmerge de, ragihand: “Ew piroseye berdewam e, ji ber ku rewşa Sûriyê dê bikeve qonaxeke nû de, lewma jî di siberoja Sûriyê de dê rola me ya siyasî û leşkerî li navçeyên Rojava û Sûriyê bi giştî berçav bibe, ji ber vê yekê jî pêwîstiya me bi hêzeke baş heye.”

Nûçeyên têkildar