Çavdêr: Beşdariya Barzanî di kongireyên navdewletî de, serxwebûnê nêzîk dike

Hewlêr-KDP.info- Çavdêrekî siyasî dibêje, beşdarîkirina Herêma Kurdistanê di kongireyên navdewletî de, Herêma Kurdistanê nêzîkî serxwebûnê dike, herwiha dibe sedemek bo piştgiriya zêdetir a navdewletî bo pirsa rewa ya gelê me.
Derbarê beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê di Konferansa Aştiyê ya Cîhanî de li bajarê Munich, Çavdêrê siyasî û mamosteyî zanîngehê Dr. Buxarî Ebdulah ji malpera KDP.info re ragihand: “Beşdariya Herêma Kurdistanê di wê kongireyê de rola girîng a Herêma Kurdistanê di parastina asayiş û ewlehiya Kurdistan û Iraq û navçeyê de diyar dike, helbet şanda Kurdistanê li ser vê bingehê hatiye vexwendin. Piştî hatina DAIŞê û şikenandina wan terorîstan li ser destê Hêzên Pêşmerge, rola Herêma Kurdistanê û Pêşmerge pir bilind bûye û Kurd bûne beşek ji Hevpeymaniya Navdewletî, lewma jî em tên vexwendin bo van kongireyên navdewletî.”
Dr. Buxarî Ebdulah wiha got: “Beşdariya Herêma Kurdistanê di van kongireyên navdewletî de, Kurdistanê nêzîkî serxwebûnê dike, ji ber ku navê Kurdistanê bi aştî û demokrasiyê zêdetir li ser asta cîhanê belav bibe, lewma jî ev yek dibe piştgiriyek bo daxwazên rewa yên gelê Kurd.”




