Parta AKP ê di pirsa kurdan de bûye sê parçe

Serok wezîrên Turkiya daxwaz ji perlemantarên kurd yên ser bi partiya xwe kir ku gengeşeyê li ser biriyarên hikûmetê û parta dad û geşepêdanê neken û li dûv biriyarên stiratîjî yên civata parta wan bizavê bikin û bi axivin û li hember da hejmarek perlemantar nerazîbûn nîşadan.
Endamekî perlemanê Turkiya yê ser bi parta (AKP) ya desthelatdar di daxûyaniyekî da bo rojnameya evro diyarkir ku nêzîkî 10 roj in receb teyib erdogan serok wezîrên Turkiya û berpirsên paye bilindên partiya dad û geşepêdan (AKP) rojane li gel perlemantarên bi esil kurd ra kombûnan saz dikin û got: (niha di nav (AKP) de li ser pirsa kurd û rakirina endametiya hejmareka perlemantarên kurd da nakokî hene û piraniya perlemantarên ji bakurê Kurdistanê naxwazin endametiya perlemantarên ser bi parta aştî û dîmokirasiyê bihête rakirin).
Navihatî diyar jî kir ku pişkek ji (AKP) ber bi neteweperstiyê ve diçe û hejmarek perlemantar jî dixwazin pirsa kurd bi danustannan bihête çarekirin û komeka mezin jî dixwazin hikûmet û (AKP) bi temamî li dûv biriyar û aydolojiya Fetullah Gulen siyasetê bikin û niha her kesê di nav partiyê da hest bi wan nakokiyan dikin û hêdî hêdî ji hev cuda dibin.
Endamê perlemanê Turkiya di pişkeka dî ya axivtina xwe de ew yek jî aşikira kir ku rapirsiyên vê dûmahiyê ku li bajêrên kurdan dihênekirin aşikira dike ku (AKP) li bajêrên kurdan gelek lawaz bûye û baweriya welatiyên kurd bi hikûmetê nemaye û got: (heke em guhorînên berçav di siyaseta partiyê da nekin û bi rengekî berçav pênigavên cidî bo çarekirina pirsa kurd nehête avêtin em kesên wek kurd neşêyin bi asayî di nav (AKP) de siyasetê bikin ji ber ku êdî xelk bi çavekî gelek xirab temaşeyî me dike




