Elî Ewnî: Derfeteke zêrîn hatiye pêşiya me

Soran-KDP.info- Endamê Serkirdatiya PDKê Elî Ewnî dibêje, hinek aliyên siyasî bi wehma demokrasiya Bexdayê ketine, lê derfeteke zêrîn hatiye pêşiya Kurdan û divê em vê derfetê ji destê xwe bernedin.
Elî Ewnî ji malpera KDP.info re ragihand: “Şoreşên Şêx Ebdulahê Nehrî, Şêx Seîdê Pîran, Şêx Ebdulselam Barzanî û Şêx Mehûdê Hefîd hemûyan daxwaza serxwebûna Kurdistanê dikirin. Niha em li pêşiya 2 riyan e, yan vegera bo bin destê Bexdayê û yan jî serxwebûna Kurdistanê.”
Ewnî wiha got: “Êdî xelkê Kurdistanê razî nabin em vegerin bin destê Bexdayê û dibêjin kes nikare serxwebûnê ji me bistîn.
Rojhilata Navîn di guhertineke mezin re derbas dibe û şert û mercên heyî derfeteke zêrîn çêkirine bo ragihandina serxwebûnê, lê ew aliyên ku dibêjin niha ne dema serxwebûnê ye, di xwena demokrasiya Bexdayê de ne, lê bi xwe jî dizanin ku xwesteka hemû gelê Kurdistanê, serxwebûn e.”
Wî endamê serkirdatiya PDKê wiha domand: “Eger em dîsa vegerin ser Bexdayê, dibe ku heta demke kurt deselatên Ereb xwe hinekî nerim bikin, lê eger dîsa bihêz bibin dê vegerin ser reftarên xwe yên niha û dê xerabtir jî bibin.”




