25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Biro: ENKS di civîna Astana 2 de beşdar nabe

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Serokê ENKSê Îbrahîm Biro dibêje, ji ber ku di civîna Astana 2 de dê tenê behsa rawestandina şer bê kirin û behsa pirsên siyasî nayên kirin, ENKSê di Astana 2 de beşdar nabe, lê di kongireya Cenêf 4 de dê 5 kes ji ENKSê beşdar bibin.

Îbrahîm Biro ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryar bû îro li Astana civîneke din derbarê rewşa leşkerî ya Sûriyê birêve çûba, lê ew civîn ji bo sibe hat paşxistin. Li Astana yekem peyam derbarê rawestandina şer ji Rûsya re hat şandin û di civîna sibe de dê ew pirs bê gotûbêjkirin.”

Serokê ENKSê derbarê wê civînê de, wiha got: “Em wek ENKSê di wê civînê de beşdar nabin, ji ber ku dê tenê behsa pirsa rawestandina şer bikin û tê de behsa ti pirsên siyasî nayên kirin. Lê di kongireya Cenêfê de emê beşdar bibin û dê 5 kes ji me tê de beşdar bibin.

Biro wiha got: “Di kongreya Cenêfê de, dê çend pirsên girîng bên gotûbêjkirin, ew jî mîna qonaxa veguhêz û danîna destûr e.”
 

Nûçeyên têkildar