26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Zêdetirî 40 hezar kes vegeriyane Şingalê

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Endamekî Encumena Nahiyeya Sinûnê û berpirsê Bingeha Laleş li eê nahiyeyê dibêje, ji dema rizgarkirina Şingalê ve û heta niha zêdetirî 40 hezar kes vegeriyane wî bajerokî.

Silêman Fano ji malpera KDP.info re ragihand: “Sedema sereke ya venegeryana xwelê bo Şingalê, vedigere bo nebûna xizmetguzariyan û hebûna PKKê li Şingalê.”
Fano wiha got: “Eger ew hêzên neyasayî bên derxistin û xizmetguzarî vegere navçeyê, dê xelk zêdetir vegerin ser mal û warên xwe.”

Silêman Fano wiha domand: “Niha alîkariyên mirovî bi riya rêxistinên biyanî û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê dighê wan kesên ku vegeriyane Şingalê.”

Nûçeyên têkildar