26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokatiya Kurdistanê: Cundiyanî xebatgêr e, lê me ti erkek nedaye wî

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku Azad Cundiyanî xebatgêr û niştimanperwer e, lê Serokatiya Kurdistanê ti erkek nedaye wî. Ev jî tekesta wê daxuyaniyê ye:

“Ev çendîn roje li hejmarek medya û ragihandina navxweya Herêma Kurdistanê wiha hatiye belavkirin Kak Azad Cundiyanî ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê post û erk wergirtibe.

Li vir de bi hemû aliyek radigihînîn ku ew nûçe hîç bingeheke xwe tûne û ji rastiyê dûre. Daxwaz ji medya û ragihandinan dikîn berî ku nûçeyên bi vî awayî belav bikin duvdaçûnek ji bo rastî û dirustiya nûçeyê bikin.
Kak Azad Cundiyanî kesayetiyekî xebatgêr û niştîmanperwer e û hemû demek warê kar û xizmetkirina welat li hemû cîhek da ji bo wî rexsaye.

Jibilî wê jî Kak Azad, kurê têkoşerekî navdar û fermandeyekî navdarê Komara Kurdistanê û şoreşa mezina Eylûle û malbata têkoşerê Wehab Axayê Cundiyan herdem cihê rêz û hurmetêne.

Dr. Umêd Sebah
Berdevkê Serokayetiya Herêma Kurdistanê
15.02.2017”

Nûçeyên têkildar