Şêx Şamo: Nabe avedankirina Şingalê bibe qurbanî berjewendiyên PKKê

Hewlêr-KDP.info- Nûnerê Êzdiyan di Parlamentoya Kurdistanê de, Şêx Şamo dibêje, Amerîka û Ewropa amadehiya xwe bo avakirina Şingalê nîşan dane, lê bi mercekê ku Şingal aram be û PKK li navçeyê nemîne.
Parlamenterê Êzdî Şêx Şamo ji malpera KDP.info re ragihand: “Amerîka û Ewropa û Almanya amade ne bi awayekî nû Şingalê avedan bikin, lê bi mercê ku Şingal avedan bibe. Ev amadebûna wan jî piştî wê yekê hat ku Serok Barzanî bo avedankirina Şingalê daxwaza alîkariyê kiribû.”
Şamo wiha got: “Divê girûpên nefermî û çekdarên PKKê ji Şingalê derkevin, ji ber ku nabe avedankirina Şingalê bibe qurbanî berjewendiyên PKKê, ji ber ku yek ji sedemên nebûna aramiyê li Şingalê, hebûna PKK û girûpên wê ye.”
Şêx Şamo wiha domand: “% 80 ji Şingalê hilweşaye û jinavçûye, lewma jî pêwîstî bi pere û budceyeke mezin heye da ku avedan bibe.”




