Seîd Şingalî: PKK bi piştgiriya Malikî li Şingalê maye

Şingal-KDP.info- Kesayetiya Şingalê û berpirsê berê yê PDKê li Şingalê dibêje, çekdarên PKKê bi piştgiriya Nûrî Malikî heta niha li Şingalê mane û dixwazin di navbera Misliman û Êzdiyên Şingalê de nakokiyan de dirust bikin, lê ew yek ji wan re bi ser nakeve.
Seîd Şingalê berpirsê berê yê şaxa 17 li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK bi piştgiriya Malikî heta niha li Şingalê maye û mana wan jî ji bo têkdana rewşa navxwe ya Şingalê û Herêma Kurdistanê ye. Herwiha dixwazin di navbera Misilman û Êzdiyên Şingalê de pirsgirêk û nakokiyan derxînin, lê bi ser nakevin, ji ber ku hemû xelkê Şingalê bira ne.”
Wî kesayetiya Şingalê wiha got: “Çekdarên PKKê bi dehan otomobîlên bêtablo û camreş li Şingalê digerin, ku ev yek jî ji bo têkdana asayişa navçeyê ye. Em daxwaz ji PKKê dikin ku ji vî navçeyê derkevin û vegerin cihî ku jê hatine, da ku êdî xelk vegerin ser mal û warê xwe.”




