26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mexmûr- Kur û keçeke PKKê xwe teqandin

Çavkanî: KDP.info

Mexmûr-KDP.info- Di salvegera girtina rêberê PKKê Ebdulah Ocalan de, li kampa Mexmûrê keç û kurekî PKKê xwe teqandin.

Qayimeqamê Mexmûrê Rizgar Mistefa ji malpera KDP.info re ragihand: “Li gorî zanyariyên me, teqînek li nava kampa PKKê li

Mexmûrê çêbû, lê em nizanin ku çawa bû, ji ber ku îdareya wê ne di bin deselatê me de ye.”

Ji aliyê xwe ve, Fermandarê Hêzên Pêşmerge Cemal Murtke ji malpera KDP.info re ragihand: “Şevê din ji ber salvegera girtina Ocalan, xortekî xwe teqand û îro danê sibehê jî keçekê xwe teqand. Ew teqandin neterorîstî bû.”
 

Nûçeyên têkildar