Ceifer Êmînkî: Divê sîstema kota bo Êzdiyan bê danîn

Dihok-KDP.info- Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Ceifer Êmînkî dibêje, ew guhertinên ku li navçeyê çêdibin û ew destkeftên ku gelê Kurd bi dest ve anîne, para Êzdiyan tê de, sereke ye. Herwiha dibêje, sîstema kota bo Êzdiyam di Parlamentoya Kurdistanê û encumena parêzgehan de bê danîn.
Ceifer Êmînkî ku hevdem endamê Polîtburoya PDKê, di yekem dîdara Laleş de ya bi navê, “Êzdî û Pirojeya Dewletûbna Kurdistanê” beşdar bû û tê de ragihand: “Êzdî xwedî taybetmendî bûn û divê ew taybetmendî bê parastin û pêwîst e sîstema kota bo Êzdiyan di Parlamentoya Kurdistanê û encumena parêzgehan de danîn. PDKê xwedî pirojeyekî bi vî awayî bû bo Êzdiyan û tenê PDKê piştgirî li wê pirojeyê dikir û hinek alî jî li dijî wê rawestiyan.”
Derbarê wê karesata ku bi serê Kurdên Êzdî de hat, Êmînkî wiha got: “Divê ew karesat wek jenosîd bê naskirin û derbarê vê yekê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêngavên baş û mezin bavêje.”




