26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Du endamên PDK-Sê hatin berdan..Hêj gelek endam di zindanên PYDê de ne

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Endamekî Komîteya Şêwirmendiyê ya PDK-Sê dibêje, 2 endamên PDK-Sê ku ji aliyê asayişa PYDê ve hatibûn girtin, hatin berdan.

Ebdulrehman Şêxî ji malpera KDP.info re ragihand: “2 endamên PDK-Sê bi navê Husên Silêman ku endamê Komîteya Navendî ye û Endazyar Ehmed Elucî Endamê Komîteya Herêmî ye, ku ev demek e ji aliyê asayişa PYDê ve hatibûn zindanîkirin, duhî danê êvarî hatin berdan.”

Şêxî wiha got: “Hêj hejmareke endamên me di zindanên PYDê de mane û nehatine azadkirin.”
 

Nûçeyên têkildar