26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parlamentoya Îtalya îmzeyan bo jenosîda Êzdiyan kom dike

Çavkanî: KDP.info

Laleş-KDP.info- Şandek ji Parlamentoya Îtalya serdana Perestgeha Laleş kir û ji aliyê Mîr Hazim Tehsîn Beg Cîgirê Mîrê Êzdiyan û Encumena Ruhanî ya Êzdiyan ve hat pêşwazîkirin.

Derbarê hatina wê şanda Îtalî, Hekar Hazim Tehsîn Beg, kurê Cîgirê Mîrê Êzdiyan ji malpera KDP.info re ragihand: “Armanc ji serdana vê şanda Îtalya, naskirina rewşa Êzdiyan li navçeyê bû û ji me re gotin ku wan di Parlamentoya Îtalya de 50 îmzeyên parlamenteran kom kirine û yasayek hatiye derxistin bo tomarkirina bijenosîdnaskirina karesata Êzdiyan di dadgeha navdewletî de.”

Hehar wiha got: “Me ji şanda mêvan re zelal kir ku asta wê karesatê çiqasî mezin e û bandora wê karesatê çiqas e li ser civakê.

Herwiha me ji şanda mêvan re got ku zêdetir alîkariya Êzdiyam bikin li hindur û derveyî Kurdistanê.”
 

Nûçeyên têkildar