Azîzî: ENKSê bi 3 endaman diçe Cenêfê

Hewlêr-KDP.info- ENKSê xwe ji danûstandinên Cenêfê re amade dikem û endamekê ENKSê dibêje, ewê bi 3 endaman biçin Cenêfê.
Endamê ENKSê Kawa Azîzî ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryar e di dawiya vê mehê de danûstandinên Cenêfê yên derbarê çareserkirina kirîza Sûriyê bi serperiştiya Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî, destpê bikin.”
Kawa Azîzî wiha got: “Şanda opozisyonê 3 endamên ENKSê li xwe digre, ew jî Fûad Elîko, Ebdulhekîm Beşar û Hewas Egîd.”
Tê zanîn ku ev danûstandinên çaremîn ên Cenêfê ne û aliyê PYDê di wan danûstandinan de beşdar nebûye.




