Kareba dighê Şingalê

Şingal-KDP.info- Qayimeqamê Şingalê ragihand ku, karê lojestîk ê projeya karebaya Şingalê temam dibe û 3 milyon û 500 hezar dolar jê re hatine diyarkirin.
Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Karê lojestîk ji bo kişandina karebayê ji Bendava Mûsilê heta Şingalê, ku 43 km e temam bûye û kelûpelên wê amade ne. Helbet ji aliyê rêxistina UNDP ve bi qasî 3 milyon û 500 hezar dolar bo wê pirojeyê hatiye diyarkirin û şîrketeke biyanî tê de kar dike.”
Xelîl wiha got: “Yekem pêngava me ya xizmeta Şingalê, ev proje bû. Biryar di heyama 4 mehan de proje bi dawî were û Şingal ronahî bibe, ev yek jî xizmetekî baş dibe ji Şingalê re û ez dikarim bêjim dê karebaya Şingalê ji ya hemû navçeyên din baştir be.”




