25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Elî Teter: Jihevtêgiheştineke baş di navbera PDK û YNKê de heye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Endamekî Encumena Serkirdatiya PDKê dibêje, ligel YNKê jihevtêgiheştineke baş di navbera me de heye û hemû aliyên YNKê jî pêşwaziyê li destpêşxeriya PDKê bo çareserkirina pirsgirêkan dikin.

Dr. Elî Teter ji malpera KDP.info re ragihand: “Heta niha civînên aliyên siyasî bo gihîştin bi çareseriyekê, erênî bûne û jihevtêgiheştineke baş di navbera PDK û YNKê de heye. Her ku rêkeftin û nêzîkbûn di navbera van herdu partiyan de jî hebe sûd û qezenc dighê Kurdan. Hemû aliyên YNKê jî pêşwaziyê li destpêşxeriya PDKê bo çareserkirina pirsgirêkan dikin.”

Teter wiha got: “Kilîta çareseriyê li cem YNKê ye, ji ber ku eger YNKê bi dil û can bi aliyê PDKê de bê bo çarserkirina kirîza siyasî li Herêma Kurdistanê, bi nêrîna me dê aliyên din jî amade bin ji bo çareserkirina nakokî û aloziyan.”

Nûçeyên têkildar