Îtalya: Emê berdewam bin li ser piştevaniya Hêzên Pêşmerge

Îtalya-KDP.info- Wezîrê Derve yê Îtalya piştevaniya welatê xwe bo Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî terorê de dûpat kir.
Li gorî vexwendineke fermî ji Encumena Serkirdatiya Ciwanên Îtalya û bi nûneratiya rêxistina Ciwanên Cîhanê, Felah Hesen Cîgirê Serokê Ciwanên Cîhanê di civîna salane ya wê encumenê de li Roma beşdar bû.
Di çarçoveya wê serdanê de, Wezîrê Derve yê Îtalya Encîlîno Elfado pêşwazî li Felah Hesen kir û di wî hevdîtinê de Elfado behsa qehremaniya Hêzên Pêşmerge û xweragiriya gelê Kurdistanê kir.
Derbarê metirsiyên welatên derdorê ji pirsa serxwebûna Kurdistanê, Felah Hesen ji Wezîrê Îtalya re wiha got: “Bi rûbirûbûna girûpa terorîstî ya DAIŞê, gelê Kurd piştrast kir ku ew netenê hewla parastina xwe didin, lê belê welatên derdorê jî diparêzin , lewma jî pêwîst e Îtalya û welatên din jî zêdetir piştevaniya gelê Kurd bikin.”
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Îtalya jibilî ku tekez kir li ser piştevaniya welatê xwe bo hêzên Pêşmerge di şerê li dijî terorê de, bi riya wî ciwanê Kurd daxwaz ji xort û ciwanên Kurdistanê kir ku şer bo bidestanîna mafên xwe yên rewa bikin, û bihêz berdewam bin heta ku bighên hemû armancên xwe.”




