26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Amerîka: Piştevaniya Pêşmerge ji me re şanazî ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan ragihand ku Amerîka şanaziyê bi piştevaniya Hêzên Pêşmerge dike.

Roja sêşem 12.02.2017 li Selaheddîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraq û şanda ligel wî kir ku ew şand ji General Tawnsênd Fermandeyê Hêzên Amerîka li Iraq û Ken Gross Konsolê Amerîka li Hewlêr û hejmarek şêwirmendên Balyozxaneya Amerîka li Bexda pêk hatibûn.

Di wê hevdîtinê de Balyozê Amerîka li Iraqê spasî qehremanî û cangoriya hêzên Pêşmerge ya di şerê dijî terorîstên DAIŞê de kir û sersaxî li kesukarê şehîdên Pêşmerge kir û ragihand ku Amerîka şanaziyê bi wê yekê dike ku piştevanê Pêşmerge ye û tekez jî kir ku welatê wî dê li ser vê piştevaniyê berdewam be.

Herwiha şanda Amerîka spasî gelê Kurdistan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku mêhvandariya koçber û penaberan kirine û ji bo dermankirinê pêşwazî jî li birîndarên artêşa Iraqê kirine.

Her di vê hevdîtinê de Balyozê Amerîka li Iraqê ajanda û pêngavên îdareya nû ya Amerîka ya ji bo Iraq û navçeyê û şerê terorê ji bo Serok Barzanî diyar kir û biryarên Serok Trump di derbarê vîza û hatin û çuna hemwelatiyên heft welatan ji bo navxweya Amerîka şîrove kir.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî spasî gel û Hikûmet û artêşa Amerîkayê kir ku di şerê li dijî terorê de piştevanê gelê Kurdistanê û Hêzê Pêşmerge bûn û ew piştevanî bi bandor di şikandina terorîstên DAIŞê de wesif kir. Herwiha ew yek jî tekez kir ku Amerîka û Kurdistan di çepereke hevbeş de ne di şerê li dijî terorê de û xwîna zarok û qehremanên herdû aliyan di vî şerî de ketiye nav hev û ji bo vê yekê jî bi navê aramî û aştî û asayîşa navçeyê dostayetiya di navbera Kurdistan û Amerîka gelek pêwîst e.

Her di vê civînê de behsa proseya siyasî ya Iraqê û pêşhatên dawî û rewşa meydanî ya şerê li dijî DAIŞê li Sûriyê kirin.
Paşaroja pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Amerîka û pêşveçûn û berdewamiya wan pêwendiyan mijareke din a vê civînê bû.

Nûçeyên têkildar