Brîtanya: Emê her li pişta Pêşmerge bin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Bergiriyê yê Brîtanya kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan piştevaniya welatê xwe ji bo hêzên Pêşmerge dûpatkir.
Roja yekşem 12.02.2017 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Michael Fallon Wezîrê Berevaniya Brîtanya û şandekî li gel kir ku ji Frank Baker Balyozê Brîtanya li Iraq û John Sharp Konsolê Giştî yê Brîtanya li Hewlêr û General û hejmarek şêwirmendên artêşê û Wezareta Bergiriyê yê Brîtanya pêkhatibûn.
Li hevdîtinê de Wezîrê Bergiriyê yê Brîtanya ji bilî bilind nirxandina rola hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li şerê dijî terorîstan pîrozbahiya serkeftinên hêzên Pêşmerge li Serok Barzanî kir û pirse û serxweşiyên xwe jî ji bo kesukarên şehîdên Pêşmerge ragihand. Her wiha piştevaniya welatê xwe ji bo hêzên Pêşmerge dûpatkir.
Her li vê hevdîtinê de qonaxên operasyona azadkirina Musilê xistin ber behs û guftûgoyan û her du alî nêrînên xwe yên di derbarê qonaxa piştî DAIŞê û gefên wê qonaxê û rola pêkhatan û Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hevpeymanan, her wiha dabînkirina asayîş û çawayiya birêvebirina parêzgeha Nînowa xisterû.
Li vê civînê de her dû alî pêzanînên xwe ji bo hevkarî û hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê hebû û şanda mîhvan tekez li ser girîngiya berdewambûna wê hemahengiyê kir.
Rewşa siyasiya Iraqê û pêşhatên dawî ya emnî û siyasiyên Sûriye mijareke dinê vê civînê bû.




