Brîtanya: Emê berdewam bin li ser alîkariya Herêma Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Bergiriyê yê Brîtanya ragihand ku welatê wî dê berdewam be li ser pêşkêşkirina alîkariyên mirovî û leşkerî bo Herêma Kurdistanê. Hevdem Serokwezîrê Kurdistanê ew alîkariyên Brîtanya bilind nirxand.
Îro danê sibehê 12-2-2017, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Maykil Falon Wezîrê Bergiriyê yê Brîtanya û şanda pê re kir.
Di wê hevdîtinê de, şanda destxweşî li xelk û hikûmet û Pêşmergeyên Kurdistanê kir ku karîne devereke berfireh ji destê terorîstên
DAIŞê derxînin. Herwiha jî hevahengiya di navbera hêzên Iraqê û Hêzên Pêşmerge de li Mûsilê bilind nirxand.
Wezîrê Bergiriyê yê Brîtanya ragihand ku welatê wî dê berdewam be li ser pêşkêşkirina alîkariyên mirovî û leşkerî bo Herêma Kurdistanê. Herwiha tekez kir ku ew pisporên xwe pêşkêşî Wezareta Pêşmerge bikin ji bo bi modernkirina wê wezaretê.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî rola Brîtanya li dijî terorîstên DAIŞê, wek hêza sereke di nava Hevpeymaniya Navdewletî de bilind nirxand. Herwiha tekez kir ku Brîtanya ji aliyê şandina alîkariyên mirovî û leşkerî ve kêmasî nekiriye û hêvî xwest ku ew welat ji aliyê siyasî ve jî rola xwe di lihevhatinê de li temamî Iraqê bibîne.
Di wê hevdîtinê de, herdu aliyan çend mijarên girêdayî rewş û guhertinên navçeyê û bûyerên Sûriyê û pêşhatên dawî yên şerê li dijî terorê, gotûbêj kirin.




