Wezîrê Bergiriy yê Brîtanya hat Hewlêrê

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Bergiriyê yê Brîtanya Maikl Falon gihîşt Herêma Kurdistanê.
Maikl Falon îro danê êvarê bi riya Balafirgeha Hewlêrê ya Navdewletî gihîşt Herêma Kurdistanê û ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî û çend berpirsên din ên Hikûmeta Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin.
Biryar e di çarçoveya serdana xwe de bo Herêma Kurdistanê Wezîrê Bergiriyê yê Brîtanya ligel berpirsên pilebilind ên Kurdistanê rewşa şerê DAIŞê û rûbirûbûna terorê û pêşveçûnên operasyona rizgarkirina Mûsilê gotûbêj bike.




