Şingal- Ew zarokên ku PKKê ew xapandibûn, dest ji wan dibistanan berdidin

Dihok-KDP.info- Rêveberê Zimanê Kurdî di Perwerdeya Şingalê de, ji destpêka karesata Şingalê ve, PKK dixwaze hizrê xwe di nava zarokên Şingalê de belav bike, lê niha malbatên wan zarokan, zarokên xwe ji dibistanên PKKê derdixin, da ku zêdetir mejiyê wan neyê şûştin.
PKK li devera Şingalê hejmareke dibistan vekirine û tê de zarokên Êzdiyam dixapîne û mejiyê wan bi hizrên xwe dişo.
Derbarê wê yekê de, Husên Xidir Hesen Rêveberê Zimanê Kurdî di Perwerdeya Şingalê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew xwendekarên ku PKKê ew birine û xistine dibistanên xwe de, piraniya wan vegeriyane, ji ber ku malbatên wan naskirine ku ew xwendin valaye û kes îtîrafê bi bawernameyên wan nake. Herwiha ew malbat êdî dizanin ku PKK mejiyê zarokên wan dişon.”
Husên wiha got: “29 hezar xwendekar ser bi perwerdeya Şingalê ve ne û nêzîkî 1000 ji wan di dibistanên Hikûmeta Kurdistanê li Şingalê dewam dikin û hikûmeta Kurdistanê çi ji destê wê bê ji perwerdeya Şingalê re dike, ku ji aliyê zanistî ve perwerdeya Şingalê yekemîn e li ser asta Dihokê.”




