Serok Barzanî û Emîndarê Yekgirtû tekez li ser yekîtî û yekrêziyê kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan tekez li ser yekhelwestî û yekrêziya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kirin.
Îro pênçşem 09.02.2017 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Mamosta Selahedîn Behaedîn Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê kir.
Di hevdîtinê de di derbarê rewşa navçeyê bi giştî û proseya siyasî li Iraqê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de guftûgo kirin û balkişandin li ser bandora eger û pêşhatên piştî têkşikandina DAIŞê ya li ser Herêma Kurdistanê.
Di vê hevdîtinê de li ber çav girtina derfet û gefan, tekez li ser girîngiya yekrêzî û yek helwestiya hêz û aliyên siyasiyên Kurdistanê kirin û hengavên çareserkirina kêşe û kêmasiyên Herêma Kurdistanê nirxandin û hevdû têgihîştin û hevramaniyan ji bo tevahiya pirsan û ji bo çareserkirina kêşeyan bi destpêkeke erênî zanîn ku bibê sedema başkirina rewş û debara xelkê Herêma Kurdistanê.




