26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şingal- Êdî rastiya PKKê eşkere dibe..Xelk ji wan dûr dikevin

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Fermandarê Pêşmerge li eniya Şingalê Hekar Muhsin dibêje, êdî xelk dest ji PKKê berdidin, ji ber ku rûyê wan ê rastî ji her kesî re eşkere dibe.

Emîd Hekar Muhsin ji malpera KDP.info re ragihand: “Berdewam xelk ji nava refên PKKê vedqetin, lê li gorî yasaya PKK her kesek dest ji wan berde, jiyana wî dikeve metirsiyê de, lê dîsa jî ew kesên ku ji wan vedqetin guh nadin wê metirsiyê, ji ber ku rastiya PKKê ji wan re eşkere dibe.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Ew hênceta ku PKKê dibêje ku qaşo ji bo parastina xelkê ew li Şingalê mane, qet nerast e, ji ber ku ew tenê li Şingalê mane ku astengiyan li pêşiya avedankirina Şingalê derxînin. Hêzek bi navê Şingalê ava kirine û ji bo armanc û meramên xwe wê hêzê bikar tînin, ku bi vî awayî xelkê Şingalê dikevin metirsiyê de.”

Fermandarê Pêşmerge li eniya Şingalê Hekar Muhsin ragihand: “Pêşmerge Şingalê diparêzin, lewma jî pêwîst nake ku PKK li vê navçeyê bimîne.”

Nûçeyên têkildar