26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK li ser rewşa perçeyên din: Guhertinên vê dawiyê ne di berjewendiya Kurdan de ne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Bi serperiştiya Serok Barzanî îro Encumena Serkirdatiya PDKê civiya û tê de 6 mijarên sereke nirxandin. Derbarê guhertinên vê dawiyê yên pêwendiyên welatan û bandora wan li ser rewşa parçeyên din ên Kurdistanê, PDKê ragihand ku ew guhertin nakevin berjewendiya gelê Kurd.

Ev jî daxuyaniya civînê ye:
Bi serperiştiya Serok me civîna xwe ya asayî lidar xist û tê de me çend mijar gotûbêj kirin.
Mijara yekem: Siyaseta navdewletî û guhertin di pêwendî û siyasetên welatan de derbarê çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn.

Herwiha siyaseta Amerîka li ser pirsên girîng ên navçeyê hatiye guhertin û pêwîstî bi xwendineke nû heye.

Mijara duyem: Derbarê pirsa serxwebûna Kurdistanê ku di serdana Serok Barzanî û serdana şanda Hikûmeta Kurdistanê de bo Bexda, bi eşkere ew mijar hatiye behskirin, herwiha di serdana vê dawiyê ya şanda Hevpeymaniya Şîeyan bo Kurdistanê de, ew yek dîsa hat behskirin. Her wek biryar bû 2 komîte serdana Bexdayê bikin, yek ji wan şandeke hevbeş be ji aliyên siyasî yên Kurdistanê û yan din jî komîteyeke pisporî hikûmî be bo çareserkirina nakokiyên di navbera herdu hikûmetên Hewlêr û Bexda de.

Mijara sêyem: Parlamentoya Iraqê û yasaya hilbijartinan: Piştî serkeftina hewlên wan kesên li dijî pêkvekarkirin û birêvebirina Iraqê ne bi hevbeşî, ku ti rêkeftin û pêkvekarkirin nehiştin û destûr piştguh kirin, em dibînin ku ev kiryar ji bo wê yekê ne ku Iraq vegere serdema hikûmetên berê û dijayetiya pêkhateyan bike. Lewma jî em dibînin ku ev yasaye dikeve xizmet û sûda aliyekî bi tenê û xizmeta hemû pêkhatan nake.

Mijara çarem: Derbarê piroseya siyasî û navxwe ya Kurdistanê, li gorî xwendina rewşa navdewletî û navçeyî û navxweyî, em tekez dikin ku ji bo amadebûna me li hemberî astengî û pilanên neyaran û ji bo yekxistina navmala Kurdistanê û nêzîkbûna ji yekrêzî û yekîtiyê, emê berdewam bin li ser hewl û gotûbêjan ligel aliyên beşdar di proseya siyasî de, ew jî bo berjewendiya mafên neteweyî û niştimanî û xweşiya xelkê Kurdistanê.

Mijara pêncem: Derbarê rewşa parçeyên din ên Kurdistanê jî, û ew guhertinên di van çend mehên dawî de çêbûn û guhertina nexşeya hevpeymanan û pêwendiyên welatan, ku em wê yekê nabînin di sûd û berjewendiya gelê me li wan perçeyên Kurdistanê de. Beşek ji vê mijarê jî vedigere bo beşek ji siyasetên şaş ên çend aliyên beşdar di proseya siyasî de û vedgire bo wernegirtina sûdê ji guhertinên girîng ên navçeyê ji aliyê wan aliyên siyasî ve. Lewma jî, ji bo gihîştin bi armancê gelê me, pir girîng e ku em yekrêz bin û hemû hêz û aliyên siyasî di proseya siyasî de beşdar bibin.

Mijara şeşem: Rewşa navxwe ya PDKê: Piştî biryara Serok Barzanî bo rêkxistina rewşa navxwe ya PDKê û avakirina çend komîteyan û amadekariya raporan, biryara guhertinan di staf û berpirsên çend dezgeh û ofîsên PDKê hat dan û dê ev proseye jî her berdewam be.
 

Nûçeyên têkildar