“Armanca PKKê bicîkirina projeya Bexda, Şam û Tehran e”

Şingal-KDP.info- Qayimeqamê Şingalê Mehma Xelîl dibêje, PKK berjewendî û ejîndaya girêdana Bexda, Şam û Tehranê bihev ve li Şingalê cîbicî dike û jibilî wê yekê ti karekî wan li Şingalê tune ye.
Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK berdewam dibêje emê ji Şingalê derkevin, lê bi rastî ew yek tenê gotin e û ti nêta wan bo derketina ji wî bajêrî tune ye, lê mana wan pir xerab e û pêwîst e zû ji vê navçeyê derkevin.”
Xelîl wiha got: “PKK rêgir e ji avedankirin û vegera xelkê bo sînorê Şingalê. Xelk û îdareya Şingalê ligel Hikûmeta Kurdistanê û aliyên navdewletî daxwaz ji PKKê dikin ku ji Şingalê derkevin, lê ew razî nabin, lewma jî pêwîst e tedbîrên yasayî li hemberî wan bên stendin.”
Qayimeqamê Şingalê dibêje: “Eger Hikûmeta Iraqê piştgiriyê li PKKê neke ji bo ku li Şingalê bimînin, ew nikarin li vir bimînin û Bexda jî wê yekê dike ji bo ku mebestên xwe cîbicî bikin û hêza PKK bikin alavek bo meramên pevgihandina Bexda, Şam û Tehranê. Herwiha PKK dixwaze cihê lingê xwe li Şingalê çêbike.”




