ENKS xwe ji Cenêfê re amade kiriye..Daxwaz fedraliyê dike

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Serokê ENKSê Îbrahîm Biro dibêje, hemû amadekarî hatine kirin bo beşdariya ENKSê di kongreya Cenêfê de. Derbarê daxwazên Kurdan jî Biro dibêje ewê li Cenêfê daxwaza fedraliyê bo Rojavayê Kurdistanê bikin.
Îbrahîm Biro ji malpera KDP.info re ragihand: “ENKS di hemû kongre û civînên navdewletî yên derbarî rewşa Sûriyê de beşdar dibe û niha jî xwe ji kongreya Cenêfê re amade kiriye. Biryar e ew kongire di 20 Şubatê de birêve biçe.”
Derbarê daxwazên Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî, Biro wiha got: “Em beriya niha çend caran ligel PYDê gihîştin rêkeftinekê, lê ew poşman bûn û ji rêkeftina bi me re vegeriyan, lê daxwaza me ya sereke demokrasî ji Sûriyê re û fedralî ji Rojavayê Kurdistanê re.”




