25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Sekreterê NU: Bo misogerkirina aştiyê em hez dikin ligel Barzanî kar bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDO.info- Sekreterê Giştî yê rêxistina NY bersîva Serok Barzanî dide û dibêje, ew bi xwe û rêxistina Neteweyên Yekgirtî hez dikin li gel Serok Barzanî kar bikin ji bo mîsogerkirina aştî li Herêma Kurdistanê û Iraq û navçe û cîhanê jî.

Di bersîva nameya pîrozbahiya Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo Sekreterê nû yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) ya ji bo destbikarbûna wî ya wekî Sekreterê nû yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî, António Guterres Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî li nameyê da spasî Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kiriye.

Herwiha Sekreterê NY rêz û pêzanînên xwe ji bo rola Serok Barzanî û qehremaniya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li şerê terorîstên DAIŞê û operasyona azadkirina Musilê ragihandiye.

Her wiha eve jî li nameya xwe da ji bo Serok Barzanî xistiye rû ku hemû aliyek li rûbirûbûnekî dijwar û dîrokî ya gefan û teror û hizra tundrewiyê dane û bi niyete welatan ji hevdû dûr bike.

António Guterres ew yek jî ragihandiye ku ew bi xwe û rêxistina Neteweyên Yekgirtî hez dikin li gel Serok Barzanî kar bikin ji bo mîsogerkirina aştî li Herêma Kurdistan û Iraq û navçe û cîhanê.

Her di vê nameyê de Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî dabînkirina aştî li Rojhilata Navîn bi erkekî dîrokî daye zanîn û ji bo vê mebestê jî dixwaze li gel Serok Barzan bi nêzîk û hevkar û hemaheng bê.

Nûçeyên têkildar